Çalakiya girtiyan di roja 141. de ye

Girtîyan siysî yên ku di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de di nava çalakiyê de ne bi riya parêzerên xwe peyam şandin û gotin:
“Têkoşîna me ya li hundir û derve mezin dibe ev têkoşînê wê tecrîda li ser Rêber Apo bide rakirin.”
Li aliyê din çalakiya Nobeta Edaletê jî derbasî qonaxeke nû dibe.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq Eylem Bîrtane têkildarî mijarê axivî û got:
“Dema amadekariyên me ji bo çalakiya nû temam bûn, em ê daxuyaniyê bidin.”

141 roje ku girtiyên siyasî di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd di çalakiyê de ne.

Girtiyên siyasî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger ji 4’ê Nîsanê ve derbasî qonaxekî nû kirin.

Girtiyan di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan, hevdîtina bi malbat û axaftina bi telefonê boykot dikin.

Peyama girtiyan: Berxwedan wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikîne

Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Dûmlû ya Erzirûmê di hevdîtina bi parêzerên xwe re peyam şandinin û gotin:

“Têkoşîna malbat û dayikên me yên hêja dimeşînin hêz û moralê dide me. Em vê têkoşîna birûmet a malbatên xwe silav dikin. Têkoşîna me ya li hundir û derve mezin dibe ev têkoşînê wê tecrîda li ser Rêber Apo bide rakirin.”

Çalakîya Nobeta Edaletê derbasî qonaxek nû dibe

Back to top button