Piştî hilbijartina 31’ê Adarê dizî û talana qeyûman eşkere dibe

Rastiya qeyûmên rejîma Erdogan li cihê vîna gel tayîn kirîn, piştî Hilbijartina Şaredariyan hîn zelaltir bû.
Qeyûmên ku di ferqa têkçûna li hemberî vîna gel de bûn bi trîlyonan deyn li pey xwe hiştin.
Qeyûmên şaredariya navçeya Geverê, nêzî 1 trîlyon, yê Sêrtê jî nêzî 457 mîlyon lireyên Tirkî deyn li pey xwe hiştin.

Piştî hilbijatina Şaredariyê a 31’ê Adarê dizî û talana qeyûmên rejîma faşîst ya AKP’ê eşkere dibin.

Li Bakurê Kurdistanê bi serkeftina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî ya bi vîna gel qeyûm hatin qewitandin.

Qeyûmên AKP-MHP bi trîlyonan lîreyên Tirkî deyn li pêy xwe hiştine

Qeyûmên ku di ferqa vê yekê de bûn, şaredarî di bin deynan de hiştin.

Yek ji deverên ku qeyûm xisarek mezin li pey xwe hiştiye navçeya Geverê ya Colemêrgê ye.

DEM Partiyê li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji sedî 80’ê dengan wergirt

Hevşeraderê Geverê Şoreş Dîrî: Deyn 1 trîlyon e, lê xizmet sifir e

Têkildarî mijarê Hevşaredarê Geverê Şorej Dîrî axivî û bi bîr xist ku beriya hilbijartinê wan diyar kiribûn wê AKP’ê li Geverê di binê bendê de bihêlin.

Şorej Dîrî diyarkir encam wekî ku wan soz da gel derket û got:

“Me temamiya 25 endamên meclîsa şaredariyê bi dest xist.

Bi rêjeyeke dengan a di asta rekorê de xelkê Geverê xwedî li îradeya xwe derket, em careke din malavayiya xelkê Geverê dikin.

Hevşaredar Dîrî diyarkir ku piştî bidesxistina şaredariyê wan lêkolînên pêwîst kirin û derbarê xisar û dizîya qeyûm de eve agahî parve kir:

“Qeyûm hema bibêje şaredarî xistine bin deynekî ji 1 trîlyon TL’yî.

Di berdêla vî deynî de jî xizmetek li bajêr nekirine.

Di mijara binesaziyê de pirsgirêk hene. Nîvê rêyên navçeyê nehatine asfaltkirin. ”

Hevşaredarê Geverê Şorej Dîrî anî ziman ku ew ê bi gelê re dest bidin hev û rêyên herî bedew ên çareseriyê peyda bikin.

Qeyûmê Sêrtê jî li pey xwe 456 milyon lîre deyn hiştiye

Ne tenê li Geverê, li Sêrtê jî qeyûmên desthilata AKP-MHP’ê zerarek mezin daye şaredariyê.

Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê daxuyand ku qeyûm li pey xwe nêzî 457 milyon lîre deyn hiştiye.

Lewra ji bo eşkerekirina rastiya qeyûman DEM Pariyê daneyên deynan weke bîlbord di nava bajêr de daliqnadin e.

Li Bakurê Kuridistanê û Tirkiyê hilbijartin li 4 deveran wê 2’ê Hezîranê dubare bibin

Back to top button