Navenda Kevana Zêrîn a Çanda Jinan paneleke çandî li hola navenda çandê ya Reqayê li dar xist.
Panel dibin dirûşma “Roja ji Îmraliyê hiltê” pêk hat .
Meclisa Sivîl a Reqayê, helbestvan û Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê tev li panelê bûn.
Di panelê de sînevizyonek têkildarî komploya navneteweyî, hate pêşandan.
Dûre helbestvan Fewziye El Mirî û Mariya El Icêlî helbestên girêdayî Rêber Abdullah Ocalan got.
Her wekî helbestvan Mîdye Silêman jî, helbesteke din têkildarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegot.
Di dawiya panelê de, helbestvan Meryem El Remo helbestek li ser têkoşîna jinên azad vegot.