Şêniyên Minbicê: Em ê heta dawî li fedekariyên şehîdan xwedî derkevin

Şêniyên Minbicê cenazeyê du şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Yehya El Ebûd li goristana şehîdan oxir kirin.
Meclisê heman demê li goristanê ji bo şehîd Ehmed Aryan yê ku şervanekî HPG`ê bû, merasîmek xiyabî ji bo wî li dar xistin.

Di merasîmê de endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Îdo axivî û destnîşan kir ku şehadet pileya herî bilind û her kes nikare bigihêjê.

Şêwirmendê Rêveberiya sivîl a Demokratîk Şiyar Mihemed jî axivî û got:

“Yên dixwazin em çok deynin, ji wan re dibêjin, em tenê li ber şehîd û şervanan çok datînin.

Em soz didin ku heta pêkanîna serkeftinê emê têkoşîn bikin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî axivî û soz da malbatên şehîdan û gelê herêmê ku rêya şehîdan berdewam bikin û axa ji bo wê şehîd bûne, biparêzin.

Di dawiyê de wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Yehya El Ebûd li goristanê hate veşartin.

Back to top button