Li Helebê Tevgera Xwendekarên Demokratîk navendeke xwe vekirin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li taxa Eşrefiyê ya Helebê navendeke xwe vekirin.
Xwendekaran di vekirina navendê de teqez kirin ku ew ê li ser xeta Rêber Apo xwe perwerde bikin û li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Tevgera Ciwanên Demokratîk navendek bi navê “Vejîn Jiyan” li nêzî akademiya civaka demokratîk li taxa Eşrefiyê ya navçeya Helebê vekir.

Endamên saziyên sivîl, partî, meclis û komîn di vekirina navendê de amade bûn.

Endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Ronahî Yusiv axvî û vekirina navendê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Ronahî destnîşan kir ku bi saya fedakariyên şehîdan evqas destkeftî hatine bi destxistin.

Her wiha Ronahî diyar kir ku ew ji vekirina navendê armanc dikin ku xwendekar li ser fikr û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin bikin.

Endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Fatima Selame jî axivî û got:

“Tenê bi zenda van ciwanan dikarin zemîneke xurt û stratejîk çêkin.”

Back to top button