Hîndekara Fakulteya Edalet û Hiqûqê ya UNSW Sydneyê Dr. Vîckî Sentas di derbarê Tecrîda li ser Rêbre Apo axivî û got: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê.”
Li Londinê li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya navneteweyî jî pirtûkên Rêber Apo ji aliyê parêzvana mafên mirovan Margaret Owen hate xwendin.
Margaret Owen da zanîn ku divê hemû gelên cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re têbikoşin.”
Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ di asta cîhanî de piştgiriyên rewşenbîr û dostên kurdan berdewam dike
Hîndekara Fakulteya Edalet û Hiqûqê ya UNSW Sydneyê Dr. Vîckî Sentas di derbarê tecrîda li ser Rêber Apo axivî.
Dr. Vîckî Sentas diyar ki ku Rêber Apo zêdeyî 25 sal in di nava tecrîdek giran de ye û wiha anî ziman:
“Rêber Apo sê salên dawî bi temamî tecrîdkirî ye û qedexe ye ku têkiliyê bi parêzerên xwe û cîhana derve re dayne.
Ev yek binpêkirina hiqûqa Tirk û hiqûqa navneteweyî ye.
Ev binpêkirin xwe dubare dikin û tevî ku ji aliyê Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî tê destnîşankirin, tiştek nayê kirin.”
Sydneyê Dr. Vîckî Sentas destnîşan kir ku ji bo rawestandina vê yekê divê civaka navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê.
Meclisa Jinan a Londonê li ber avahiya Rêxistina Efûyê tecrîd şermezar kirin
Meclisa Jinê ya li Londonê jî di çarçoveya pêngava ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin û tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin dosyayek pêşkêşî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir.
Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen diyar kir ku Rêber Apo bi paradîgmaya azadiya jinê ji hemû lîderên cîhanê cuda ye.
Owen di dawiyê de da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo sûcê li dijî mafên mirovan e û destnîşan kir ku divê hemû gelên cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re têbikoşin.



