Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9 de dewam dike

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatê girtiyan bi biryardariyek xurt berdewam dike.
Malbat dan diyar kirin ku ew zarokê xwe bi tenê nahêlin.
Malbatan bang li desthilata Tirkiyê kirin ku daxwazên girtiyan qebûl bike.
Dayikên li Wanê jî gotin bila tecrît bi dawî bibe.

Di çarçoveya pêngava ji bo Rêber APO hatiye destpêkirin li bajarên Wan, Amed, Edene û Mersînê çalakiyên Nobeta Edaletê berdewam dike.

Li Wanê dayikên ku di nobeda edaletê de cih digrin bang li desthilata Tirkiyê kirin ku dawî li tecrîdê bîne û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi cih bîne.

Eynî Atabay: Gelê Kurd jî di nava tecrîdê de ye

Ji çalakgerên nobeda edaletê Eynî Atabay got, Tecrîd li ser tevahiya Rojhilata Navîn tê meşandin û got:

”Tecrîd ne tenê li dijî Rêber Apo ye, tecrîd li dijî tevahî Rojhilata Navîn e, gelê Kurd jî di nav de.

Ji ber vê yekê em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û çareserî pêk were.”

Yildiz Tûncer: Bila gelê me xwedî li girtiyan derkevin

Ji çalakgerên nobeda edaletê dayika aştiyê Yildiz Tûncer jî berxwedana zîndanan slavkir û daxwaze bidawîkirina tecrîdê kir.

Alî Îpeklî: Daxwaza girtiyan rakirina tecrîdê ye

Birayê girtiyê bi navê Îsa Îpeklî, Alî Îpeklî çûye cem birayê xwe û wiha bahsa girtîgehan kir:

“Heke heta meha sibatê ji birêz Ocalan xeber neyê girtin, girtî wê bi biryardarî çalakiya xwe bênavber bidomînin.

Di heman demê de herî zêde hêviya girtiyan ji derve heye.

Divê em daxwaza zîndana ku rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocanan e, em bi hev re ji hêvî daxwazin wan re bibin bersiv”

Kûmrû Algul: Ji bo sibê ne derng be.. em bibin dengê zindanan

Kûmrû Algul, xwişka girtiyê nexweş Erdal Ozel ê jî tecrîda li Îmraliyê bi bîr xist û got:

“Ew 3 sal in me xeber ji Abullah Ocalan negirtiye. Tu agahiyê nadin parêzerên wî.

Divê em xwedî li zindanan derkevin ‘dibe ku zû be, lê sibe dibe ku bi derengî bikeve’

Divê êdî ji girtîgehan darbest dernekevin.

Em xizmên girtiyan divê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Êdî bes e.”

Nobetên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê

Back to top button