Trump ne yekser li biserketina Biden mukur hat

Serokê Amerîkî Donald Trump li biserketina rikberê xwe Joe Biden bi awayekî ne yekser mukur hat, ku eger kombûyîna hilbijartinê wî erê bike, ew ê ji Koşka Spî derkeve.

Trump ev yek bi daxuyaniyekê, li pêşberî artêşa Amerîkî ragihand.

Di hilbijartinên serokatiyê de, Biden zêdeyî 80 milyon dengî li beramberî hevrikê xwe yê komarparêz Trump, bi ser ket.

Tê zanîn, 20 Çileyê dê serokê nû yê Amerîkayê, dest bi karê xwe bike.

Back to top button