Li Şengalê standa “Pirtûkên Rêber Ocalan bixwîne û bide xwendin” hate danîn

Li Şengalê, Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” standa pirtûkên Rêbertî danîn.

Di standê de parêznameyên Rêber Ocalan yên bi zimanê Kurdî û Erebî, pirtûka pêşenga Tevgera Jin û yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz ya bi navê “Jiyana min her şer bû” jî hate danîn.

Her wiha jinên ciwan derbarê rewşa îmraliyê, berxwedana Rêber Apo û girîngiya naskirina fikrên wî de belavok li ser rêyên giştî belavkirin.

Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Zerdeşt Şemo derbarê armanca danîna standê wiha got:

“Armanc ji van çalakiyan ew e ku fikirê Rêber Apo di nava ciwanên Êzidî de zêdetir belav bikin.

Em bang li tevahî ciwanên kurd dikin ku li ser vî fikrî xwe rêxistin û perwerde bikin.”

Ciwanê bi navê Nashan Xidir jî da zanîn ku divê hemû ciwan xwe li ser fikrê rêbertî perwerde bike, ta ku civak jî bi xwere pêşbixe.

Li seranserê cîhanê pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin

Back to top button