Hiquqnasên herêmê: Bi rêbazên qanûnî em dixwazin zilma li ser Rêber Apo rakin

Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didomin û roj bi roj berfirehtir dibin.
Rewşenbîr û hiqûqnasên bakur û rojhilatê sûriyê destnîşan kirin ku Rêber Apo bi fikr û têkoşîna xwe modernîteya kapîtalîst têk bir.
Û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşana vê yekê ye.

Parêzer û Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûrî di çarçoveya Pêngava azadî ji bo Abdullah Ocalan ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî di nav çalakiyan de ne.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El Usir da zanîn ku Rêber Apo nirxên edaleta civakî yên cîhanê dan rûniştandin û wiha got:

“Em wek parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin ku em di rêya pêkanîna rêbazeke qanûnî de ne da ku em zilma li ser Rêber Abdullah Ocalan rawestînin.

Ji ber ku ew ne tenê rêberê pêkhateyekê, lê belê ew rêberê hemû pêkhateyan e.”

Her wiha endamê Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo ya Qamişlo parêzer Semîr Sadiq jî anî ziman ku heta pêkanîna azadiya Rêber Apo ew ê di nava çalakiyan de bin.

“Rêber Apo bi fikrê xwe modernîteya kapîtalîst têk bir”

Her wiha rewşenbîrên Minbicê jî derbarê girîngîye pêngava ji bo azadiya Rêber Apo axivîn.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Emîra Axa diyar kir ku azadiya Rêber Apo gihîşt asta cîhanê û li seranserî cîhanê dengveda û wiha got:

“Ev pêngav destpêka têkoşîna cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Îbrahîm El Îbrahîm jî ku yek ji rewşenbîrên Minbicê ye anî ziman ku Rêber Apo girîngî da azadiya gelên Rojhilata Navîn û bi fikrê we rêya azadiyê ji wan re ronî kir.

Îmad El Ehmed jî da zanîn ku dewletên zordest qanûn û siyasetan li gor kapîtalîzmê datînin û gelan wiha dixapînin ku tenê di bin siya modernîteya kapîtalîst de bijîn.

Jinên Minbicê: Em ê nehêlin tu kes axa me dagir bike

Back to top button