Berdevkê fermî yê Asayîş Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen li ser mijarê Narkotîkê axivî.
El Hesen destnîşan kir ku hemleya têkoşîna dijî madeyên hişbirê encamên wê yên erênî heye.
Elî El Hesen got: “Belavkirina hişbirê şerê taybete.”
El Hesen di serî de got: “Hemleya tolhildana şehîdên têkoşîna dijî madeyên hişbir bi îradeyek xurt dewam dike.
El Hesen destnîşan kir ku belavkirina hişbirê yek ji cûreyên şerê taybet e û domand:
Girîngiya hemleya têkoşîna dijî hişbirê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî terorê ne kêm e.”
El Hesen Ev made bi rêya sînorê di navbera me û qaşo artêşa azad a terorîst a girêdayî dewleta Tirk a dagirker de derbasî herêmê dibe.
Her wiha bi rêya sînorê di navbera me û bajarên din ên di bin kontrola hikumeta Şamê de jî de jî.”
Elî El Hesen wiha domand: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo şopandina van sînoran dixebitin.”