Hikumeta Şamê nirxê sotemeniyê careke din buha kir

Li Sûriyê aloziya aborî û şer jiyana welatiyan zehmet kiriye.
Hikumeta Şamê bêyî ku rewşa heyî berçav bigire, nirxê sotemeniyê buha kir.

Li Sûriyê aloziyek aborî ya giran heye.

Her dolarek Amerîkî 15 hezar leyreyên Sûrî dike.

Welatiyên Sûriyê ji ber vê aloziya aborî ji gelek pêwîstiyan bê par mane.

Di wextekî çavê Sûriyan li çareseriyekê ye, hikumeta Şamê li herêmên di bin kontrola wê de, jiyanê zehmetir dike.

Hikumet bêyî ku rewşa aborî berçavan bigire nirxê sotemeniyê buha kir.

Li gorî Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Bikarhêneran a hikumeta Şamê, buhayê lîtreyeke benzîna “oktan 95” ji 13 hezar û 985 derket 14 hezar û 290 lîreyên Sûrî.

Lîtreya benzîna “oktan 90″ji 11 hezar derket 11 hezar û 500 lîreyên Sûrî.

Her wiha buhayê lîtreyeke mazote ji 12 hezar û 100 lîreyên Sûriyê bûye 13 hezar û 540 lîre.

Hikumeta Şamê sotemeniyê bi awayekî birêxistinkirî li welatiyan belav nake, lewra welatî neçar dimînin ku ji sûkên reş bi bihatir bikirin.

Back to top button