Jineke Êzidî radestî mala Êzidiyan hat kirin

Asayîşa Jin, jineke Êzidî radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir da ku li malbata wê vegerîne.

Jina Êzidî Asîma Casim Xidir (20) a di pêngavên QSD’ê de, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû, li bajarokê Bisêra yê Dêra Zorê di rewşeke dijwar de derbas dibû.

Piştî ku Asîma Xidir Casim nas dike ku kesên hatibûn revandin gihan Mala Êzidiyan, biryar dide ku xwe bighîne navenda Asayîşa Jin a Hesekê.

Asayîşa Jin der barê nasnameyê wê de lêkolîn kir, piştre Asîma radestî Navenda Asayîşa Jin a Herêma Cizîrê kir.

Li wir jî duh Asîma radestî Mala Êzidiyan hat kirin da li malbata wê vegerîne.

Back to top button