Dagirkeriya Tirk gundê Toxar yê Minbicê topbaran kir

Artêşa Tirk û çeteyên xwe careke din bi çekên giran êrişî gundên Minbicê kir.
Hemwextî êrişê balafirên bêmirov jî li ser herêmê digeriyan.
Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê dijî êrişan helwesta xwe nîşan dan û gotin:
Me xeta berxwedanê hilbijartiye.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundê Toxarê yê Kantona Minbicê topbaran kirin.

Gundê Toxarê dikeve, bakurê rohilatê Minbicê.

Hemwextî topbaranê balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.

Doh jî dewleta Tirk ya dagirker gundê Şewarxa ya navçeya Şera topbaran kir.

Back to top button