Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran reşnivîsa qanûna xwe nîqaş kir.
Di reşnivîsê de armancên desteyê, meclis û erkên wê û mafên karkeran hene.
Desteya Kar û Barên Xebitandinê û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo nîqaşkirina reşnivîsa qanûna xwe civînek li dar xist.
Hevserokên desteyê, hevserokên desteyên kar û barên civakî û xebitandinê yên 7 kantonan û gelek endam û hevserokên yekîtî û desteyên din beşdarî civînê bûn.
Di civînê de madeyên qanûnê hatin xwendin û guhertinên pêwîst tê de hat çêkirin.
Her wiha di reşnivîsê de 13 bend hene.
Di qanûnê de, armanca desteyê, meclisê û erkên wan û mafên karkeran têne destnîşankirin.
Çaverê ye ku pişt re ev reşnivîs ji Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser re bê şandin, ji bo ku piştî avakirina Meclisa Desteyê hefteya bê, di civîneke fermî de reşnivîsê nîqaş bike û erê bike.