Gelê Kurd û dostên xwe îro li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo li ber avahiya CPT’yê û Konseya Ewropayê mîtîngek lidarxistin.
Gelek parlamenter û siyasetmedar jî beşdarî mîtîngê bûn.
Çalakgeran li wir balkişandin ser tecrîda mûtlaq ya li îmaraliyê û gotin: “Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye.”
Gelê Kurd û dostên xwe li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Çalakgeran di mîtîngê de diyar kirin ku divê CPT demildest biçe Îmraliyê.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, parlamenterên Fransî û Îrlandayî û parêzera damezrînera WîkîLeaks’ê Jûlîan Assange û gelek hunermed jî beşdarî mîtîngê bû.
Di destpêkê de li ser navê komîteya amadekariya çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin:
“Bi milyonan Kurd ji bo azadiya Rêber Apo daketine qadan.
Divê CPT vê bibîne û erkê xwe bi cîh bîne.”
Fikret Çelîk: Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye
Hevserokê Meclîsa Gel a Strasboûrgê Fikret Çelîk diyar kir ku dema mijar dibe Rêber Apo û Kurd deriyên hiqûqê tê girtin û got:
“Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye.”
Kesên ku di mîtîngê de axivîn bal kişand ser pêvajoya tecrîda li dijî Rêber Apo û gotin:
“Rêber Apo ji bo tevahî civaka bindest hêviya jiyanê ye.”
Parlamenterê Îrlandayî: Em bi hevrêtiya gelê Kurd re serbilindin
Endamê Parlamentoya Ewropa û endamê serbixe yê parlamentoya Îrlandayê Thomas Prîngle diyar kir ku ew pir serbilinde ku di nava gelê Kurd de ye û destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.
Prîngle îşaret pê kir ku têkoşîna gelê Kurd û ya gelê Îrlandayê dişibe hev û got:
“Nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî girtiyên siyasî û Abdullah Ocalan, tirsa dewleta Tirk nîşan dide.”
Prîgle axaftina xwe bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qedand.
Omer Ocalan: Divê ev xwedîderketin hîn xurtir bibe
Piştre Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan jî derket ser dikê û got:
“Divê ev xwedîderketin hîn xurttir bibe, heta ku em encam negirin divê weke wijdanî, hiqûqî û siyasî em têkoşîna xwe bidomînin.”
Parêzerê Assange: Rewşa li Tirkiyê karesat e
Parêzerê damezrînera Wîkîleaks’ê Jûlan Assange jî beşdarî mîtîngê bû û têkoşîn û berxwedana gelê Kurd silav kir.
Parêzer diyar kir ku ew gelek dozên li cîhanê dişopînin û got: “Rewşa li Tirkiyê karesat e. Divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”
Endamê Parlamentoya Ewropayê Fernandes: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Parlamenterê partiya çepgir a Fransî LFI û endamê Parlamentoya Ewropayê Emmanûel Fernandes jî got:
“Ji bo hatina vir, rûmetek e. Ji bo ku ez piştevaniya xwe diyar bikim, ez li vir im.”