Artêşa Tirk a dagirker ku îro di saetên sibê de dest bi topbarana gundên Şera ya Efrînê kiribû, topbarana xwe berfireh kir û gundên navçeya Şêrawa jî topbaran kir.
Hat ragihandin ku dewleta Tirk 6 gundên navçeya Şera û 3 gundên navçeya Şêrawa bê navber topbaran kirin.
Her wiha duh bi şev jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Xiretbeqirê yê Girê Spî kir.
Der barê encamên êrîşê de jî, ti agahî nehat bidestxistin.