Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li Tirbespiyê da

Meclisa Jinan a Sûriyê bi mijara qanûnên siyasî û destûrî û têkiliyên di navbera qanûn û civakê de semînerek li Mala Êzidiyan ya li Tirbespiyê da.

Meclisa Jinan a Sûriyê got, rewşa heyî ya Sûriyê bi hewcedariya destûreke nû ye ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê mîsoger bike.

Endama rêveber a Buroya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê Mekiya Hiso axivî û behsa rêgezên bingehîn ên destûrê ku Sûriye hewcedarî wê ye kir.

Mekiya Hiso bal kişand ser çawaniya parastina ewlehî û aramiya Sûriyê bi rêya parastin û mîsogerkirina maf û azadiya kêmnetewan di destûrê de.

Her wiha hin rêgezên li jor destûrê ku pêwîstiya Sûriyê pê heye bi bîr xist.

Ji wan; mîsogerkirina maf û azadiyan, mîsogerkirina sîstema siyasî û vegera aramiyê, parastina rêgezên sîstema demokratîk û hevpeymana civakî.

Back to top button