Li Hîndîstanê di encama lehiyê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan

Careke din li Hîndîstanê lehî rabû.
Di encama lehiyê de li hîndîstanê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî winda bûn.

Ev 2 roje bê navber li hîndîstanê baraneke şit dibare, barana zêde bu sedem ku li welet lehî rabe.

Di encama lehiyê de li hîndîstanê gelek mal di bin avê de man hin jî li ber lehiyê çûn.

Konên li derdora perestgeha Amarnath Hîndû ya bajarê Keşmîrê hilweşiya, 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî winda bûne.

Artêşa Hindistanê diyar kir wan birîndar rakirine nexweşxaneyê û li qadê xebatên rizgarkirinê dane destpêkirin.

Back to top button