TJK-E’yê banga tevlîbûna li mîtînga 15’ê Nîsanê kir

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bi daxuyaniyên cuda bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiya 15’ê Nîsanê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bibin û gotin: “Em bang li her kesî dikin ku li dora azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin.
Em stratejiya hînkirina jiyaneke bêyî Rêber Apo red dikin.”

Bi heman armancê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî bi daxuyaniyekê bêdengiya CPT’ê şermezarkir û banga tevlîbûna mîtînga ku 15’ê Nîsanê kir.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de got:

“Tecrîda li ser Rêber Apo ji eşkenceyê wedetire ev tecrîd ji bo tunekirina yekmîn mûxatibê aştiyê li Rojhilata Navîne. Lewra em gelê kurd û dostên wan ji bo ku em berpirsyariyên CPT’ê li bîra wê bixin, banga piştevaniya mezin dikin ku tevlî çalakiya 15’ê Nîsanê ya li Strasboûrgê dikin.”

Back to top button