Bafil Talebanî: Carenûsa me bi yekitiya me ve girêdayî ye

Bi wesîleya salvegera komkujiya Enfalê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û KNK’ê bi daxuyaniyan bal kişandin ser girîngiya yekitiya netewî.
Di daxuyaniyan de hat diyar kirin beriya her tiştî çarenûs û jiyana Kurdan girêdayî yekitiya me ye
Her wiha bang li hikumeta herêma û Iraqê hat kirin ku divê 14’ê NÎsanê wekî roja şînê bê ragihandin û ji welatên cîhanê jî hat xwestin enfalê weke jenosîd nas bikin.

Bi boneya salvegera 36. a komkujiya Enfalê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî daxuyaniyek da û bal kişand ser yekitiya niştîmanî

Bafil Talebanî anî ziman ku enfal birîneke kûr e di dilê welat de û got:

“Enfal derseke dîrokî ye ku em zanibin çiqas cudahiyên me mezin bin rastiya me ew e ku em Kurd in.

Talebanî destnîşan kir ku berî her tiştî çarenûs û jiyana me girêdayî yekitiya me ye û ev peyam da:

“Gelê Kurd di demên borî de her cure êş û trajediya dîtiye, nabe ku mirov vê dîrokê paşguh bike û li ser esasê berjewendiyên teng ên hizbî û şexsî siyasetê bike. Ji ber vê yekê ez hêvîdar im ku em bi ruhekî Kurdistanî yê berpirsyarane bixebitin û gelê xwe yê bindest ber bi aramî û bextewariyê ve bibin.”

KNK: Divê bîranîna Enfalê bibe bingehê yekîtiya Kurdan ya li dijî zilmê

Her wiha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi heman boneyê daxuyaniyek weşand û got:

“Em hêvîdar in ku ev bîranîn bibe bingeha yekîtiya Kurdan ya dijî zilm û zordariyê.”

KNK: Divê hikumeta Iraqê û herêma kurdistanê 14’ê Nîsanê weke roja şînê ragihînin

KNK diyar kir ku divê 14’ê NÎsanê wekî roja şînê bê ragihandin û ev bang kir:

“Em îro di nava bîranîna mezintirîn jenosîda sedsalê de ne, beriya 36 salan rejîma Baasê pêngaveke hovane li tevahiya Başûrê Kurdistanê bi êrişekê da destpêkirin. Piştî 36 salan hîn jî bi hezaran cenazeyên qurbaniyan venegerandine Kurdistanê, hîna jî alîkariya pêwîst ji bo xizmên enfalê nehatiye kirin. Divê ji welatên din jî bê xwestin ku Enfalê weke jenosîd binasin.”

Dawiyê KNK’ê hevî kir ku ev bîranîn bibe wesîle û bingeha yekîtiya Kurdan a li dijî zilm û zordariyê.

Back to top button