Xizmên girtiyan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê derbasî qonaxeke nû kirin

Di demeke ku çalakiya girtiyan bi qonaxe nû didome de xizmên girtiyan jî çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê derbasî qonaxeke nû kirin.
Li gelek bajaran xizmên girtiyan li pêşiya girtîgehan tevî zext û dorpeça polîsan dest bi çalakiya “Deng bide azadiyê” kirin.
Ji cihê çalakiyan xizmên girtiyan destnîşan kirin ku Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û bang li desthilatê kirin û gotin:”Êdî bes e ji vê zilma we re!”

Di demeke ku çalakiya girtiyan bi qonaxe nû didome de xizmên girtiyan jî çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê derbasî qonaxeke nû kirin.

Girtiyên siyasî 4’ê Nîsanê çalakiya xweya grêva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû kiribûn:

Di çarçoveya grevê de, dest bi boykoktkirina hevdîtinên rû bi rû, yên li ser telefonê û derketina dadgehan kirin.

Ji xizmên girtiyan li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘deng bide azadiyê

Ji xizmên girtiyan li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide Azadiyê

Xizmên girtiyan jî li pêşiya girtîgehên Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê dest bi çalakiya “Deng bide azadiyê” kirin.

Li Amedê xizmên girtiyan yên li pêşiya Girtîgeha Kampusê hatin ba hev beriya daxuyaniyê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin

Çalakiya li Stenbolê jî li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi piştgiriya nûnerên partî û saziyên demokratîk ve hat lidarxistin.

Di çalakiyê de xizmên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Li wir jî polîsan destûr nedan girse derbasî pêşiya girtîgehê bibe.

Li ser vê yekê girseyê jî di dorpêçê de çalakiya rûniştinê li dar xist.

Girseya ku hatî dorpêçkirin, bi xistina fîrikê dorpêç protesto kir

Li Edenê jî polîsan beriya çalakiya xizmên girtiyan rêyên ber bi girtîgehê ve diçûn girtin û nehiştin tu kes bi meşê derbas bibe.

Li ser vê yekê komê 100 metreyan nêzî girtîgehê ji wesayîtên xwe paya bûn û çalakî li dar xistin.

Çalakvanan bi bîr xist ku di serî de pirsgirêka kurd, tecrîda li Îmraliyê rê li ber giranbûna hemû pirsgirêkan vedike

Li Îzmîrê jî bi daxwaza azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd heman çalakî pêk hat.

Li wir jî hat gotin, tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û tu cihê vê di hiqûqê de nîne.

Back to top button