Artêşa Sûdanê li Xartumê operasyonên xwe zêde kir

Artêşa Sûdanê li dijî Hêzên Piştgiriya Bilez dest bi operasyonan kiriye.
Bi van operasyonan artêşê hewl dide bajarê El-Cezîre ya ku di destê Hêzên Piştgiriya Bilez de ye bidest bixe.
Ji bo vê jî hêzên mezin ku di nav wan de endamên tevgerên çekdar jî hebûn, ji sê aliyan ve Hêzên Piştgiriya Bilez dorpêç kirin.
Lê bi bersivdana Hêzên Piştgiriya Bilez artêşa Sûdanê bi paşve vekişiya.

Artêşa Sudanê ji bo ku alavên leşkerî negihêjin destê Hêzên Piştgiriya Bilez li bakurê Xartûmê operasyon dest pê kir.

Li gorî şerê destpêkê her çi qas di demên dawî de êrîşên zêde nebin jî her du alî jî li herêman hejmara leşkerên xwe zêde kirine.

Artêşa Sudanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li bakurê Xartûmê girêdayî Hêzên Piştgiriya Bilez tankereke sotemeniyê û wesayîtên leşkerî hatine îmhakirin.

Artêşa Sûdanê û komên ku li gel artêşê şer dikin hewl dan bajarê El-Cezîre ya ku di destê Hêzên Piştgiriya Bilez de ye bidest bixin, lê tevî êrîşan jî nikarîbûn pêş ve biçin.

Li gor çavkaniyên heremî hêzên hevpar a artêşa Sûdanê û tevgerên çekdar di dirêjahiya du rojan de li bajarokê Eş-Şebbaraka الشبارقة bi Hêzên Piştgiriya Bilez re şer kirin.

Pevçûnên li parêzgeha El-Cezîre

Fermandarên artêşa Sûdanê bi mehan e ku plan dikin ku parêzgeha Cezîrê ji nû ve bistînin.

Ji bo vê jî hêzên mezin ku di nav wan de endamên tevgerên çekdar û dildarên sivîl jî hebûn, ji sê aliyan ve Hêzên Piştgiriya Bilez dorpêç kirin.

Niştecihên bajarokên nêzîkî devera ku lê operasyonên leşkerî lê hatin kirin, gotin ku artêşa Sûdanê bi organîzekirina êrîşên ji nişka ve hewl dida ku di qadê de pêşveçûna leşkerî pêk bîne.

Hêzên Piştgiriya Bilez parastina rêya sereke û derdora wê ya li herêma Favê didomîne da ku bersivê bide hemû êrîşên li dijî wê û nehêle hêzên artêşê derbasî kûrahiya van herêman bibin.

Ji aliyeke din ve jî çavkaniyên ji bajarê El-Feşîr ya parêzgeha Derfûrê ya Bakûr ragihandin ku her çend şer û pevçûn di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de rawestiyane, lê bajar ber bi aloziyê ve diçe.

Hewldanên çareseriya siyasî ya li Sûdanê

Her wiha Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Sûdanê Şemsedîn Kebbaşî ragihand ku ew bi Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê Ebdulezîz El-Hilu re li hev kirine.

Kebaşî anî ziman ku lihevkirin li ser gihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên ji şer bandor bûne bê hêsantirkirin, hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de krîza Sûdanê hat gotûbêjkirin, aliyan li ser çareserkirina dosyeya alîkariyên mirovî û çareseriya siyasî ya krîzê nêrînên xwe anîn ziman.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di navbera şandeyan de lihevkirin çêbûye ku di nava hefteyekê de civînekê ji bo erêkirina belgeya li ser çawaniya gihandina alîkariyên mirovî pêk bînin.

Back to top button