Sadiq Xan cara sêyem bû şaredarê Londonê

Di hilbijartinên herêmî yên ku roja Pêncşemê hatin lidarxistin de, ji bo hilbijartina endamên meclîsa bajaran ji bo pêvajoya çar salan, li 107 meclîsên li seranserê Îngilîstanê deng hatin dayîn.
Ji bilî şaredariya bajarê mezin a paytexta Îngilîstan Londonê, li 10 şaredariyan hilbijartinên şaredariyan hatin kirin.
Di vê hilbijartinê de Namzedê Misliman ê Partiya Karker Sadik Xan cara sêyemîn bû şaredarê Londonê.
Partiya Muxafezekar a ku li welêt desthilatdar e, ji 16 şaredariyên di destê xwe de 10 jê winda kir.

Li Îngilîstanê hilbijartin bi dawî bû.

Hilbijartinên ku namzedên Partiya Muhafazakar a desthilatdar li Îngilîstanê têk çûn, bilindbûna Partiya Karker piştrast kir.

Namzedê Misliman ê Partiya Karker Sadik Xan ku 2 serdem e şaredariya Londonê kiriye, di hilbijartinên herêmî yên Îngilîstanê de cara sêyemîn hate hilbijartin.

Şaredarê ku karîbû ji sedî 44’ê dengan bigire, 11 puan li pêş hevrika xwe ya herî mezin, endama Partiya Muxafazakar Susan Hall bû.

Di dema ku Khan zêdetirî 1 milyon û 88 hezar deng wergirtibû, li dû wî namzeta Partiya Muhafazakar Susan Hall bi 812 hezar dengan hat.

Li Londonê ku bi giştî 6,2 milyon hilbijêrên qeydkirî hene û rêjeya beşdariya hilbijartinê ji sedî 40,5 hat ragihandin, Hall ji sedî 32,2 ê dengên derbasdar wergirt.

Her çend Partiya Karker bi giştî dengên xwe zêde kiribe jî, xuya ye ku bi taybetî li deverên ku dengdêrên misilman lê kom bûne, winda kiriye.

Daxuyaniyên rêveberiya partiyê yên derbarê şerê Xezayê de li hin aliyên Partiya Karker bi taybetî jî di nav dengdêrên wê yên Misilman de bû sedema bertekê.

Li herêmên ku ji sedî 10 ê nifûsa wan misilman in, dixuye ku Partiya Karker li gorî par ji sedî 8 ê dengan winda kiriye.

Partiya desthilatdar di hilbijartinan de bû sêyemîn

Li 106 heremên hilbijartinê yên ku encamên wan hatin eşkerekirin, Partiya Karker hejmara şaredariyên xwe ji 42’an kir 50 û hejmara endamên meclîsa şaredariyan jî ji 955’an kir hezar û 140’î.

Partiya Muxafezekar a ku li welêt desthilatdar e, ji 16 şaredariyên di destê xwe de 10 jê winda kir.

Muxafezekaran ji 986 kursiyên meclîsa bajêr 473 ji hevrikên xwe winda kirin.

Partiya ku di hilbijartinan de bû duyemîn, Partiya Muxafezekar, Partiya Lîberal a Demokrat bû.

Partiya Lîberal a Demokrat di 12 ji 106 herêmên ku encamên wan hatin eşkerekirin de bû partiya sereke û hejmara endamên meclîsa şaredariyê ji 417’an bû 521.

Li Îngilîstanê hilbijartinên heremî

Back to top button