Hizbullah li Bakur Îsraîlê êrîşa moşekî pêk anî

Hizbullah êrîşên xwe li dijî Îsraîlê li başûrê Lubnanê zêde kiriye.
Hizbullah ragihand ku bi dehan moşekên Katyuşa li bajarokê Kiryat Şimona li bakurê Îsraîlê avêtine.
Medya Îsraîlê ragihand ku di êrîşa Hizbullahê ya li ser Kiryat Şmona de birîndar hene.
Her wiha medyaya Lubnanê ragihand ku di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê bo ser malekê li bajarokê Mays el-Cebel li parêzgeha Nebatiye li başûrê Lubnanê, sê kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li ser sînor û heremên nêzî vê êrîşên du alî ya Îsraîl û Hizbullahê didomin.

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wan ji başûrê Lubnanê ve bi dehan mûşekên Katyûşa û mûşekên Felag ên ku ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin, li bajarokê Kiryat Şmona li bakurê Îsraîlê xistine.

Hat destnîşankirin ku ev êrîş di bersiva êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser bajaroka Mays el-Cabel a Lubnanê hat kirin.

Di daxuyaniya duyemîn a ku ji aliyê Hizbullahê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku bi çekên guncav û mûşekên Katyûşa jî şêniyên Avîvîm û Şitula û çeperên leşkerî yên El Zaûra û Ramyayê hatine hedefgirtin.

Medya Îsraîlê ragihand ku di êrîşa Hizbullahê ya li ser Kiryat Şmona de birîndar hene.

Lubnan: Di êrîşa Îsraîlê ya li ser nebatiyê de 3 kes mirin

Her wiha medyaya Lubnanê ragihand ku di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê bo ser malekê li bajarokê Mays el-Cebel li parêzgeha Nebatiye li başûrê Lubnanê, sê kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de xebatkarekî parastina sivîl jî di nav de gelek sivîl birîndar bûne.

Beriya çend rojan jî balafirên şer ên Îsraîlê êrişî derdora bajarokên El-Nakura û Alma El-Şeab û çiyayên El-Lebune, El-Alam û Balat li rojavayê başûrê Lubnanê kirin.

Li gorî NNA, êrîş hevdem bû ligel topbarana tund li derdora bajarokên El-Nakura û Alma el-Şeab.

Balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Sûrê li ser gund û qeraxa behrê firiya.

Hêzên Îsraîlî bi çekên giran gule li daristanên ser bi bajarokên navendî yên Ramiyah û Ayta el-Şeab dan.

Hizbullah baregeha bayad blida ya Îsraîlê topbaran kir

Li aliyê din Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku bi topan leşkerên Îsraîlê li herêma Bayad Blîda kirine armanc.

Di daxuyaniyeke kurt de, Hizbullahê derbarê êrîşê de ev tişt got:

“Topbaran ji bo piştgiriya gelê me yê Filistînê û berxwedana wan a leheng a li Şerîda Xezayê hatiye kirin.”

Hejayî bibîrxistinê ye ku artêşa Îsraîlê ragihandibû, ku sîstema parastina hewayî ya girêdayî artêşê balafirên bê mirov ku ji Lubnanê derbasî bakurê Îsraîlê bûye, xistiye xwarê.

Ji destpêka şerê Îsraîlê li Şerîda Xezayê ve, her roj li ser sînorê Lubnanê şer û pevçûnên Hizbullah û Îsraîlê rû didin.

Hizbullah: Me li Kefer Şubayê karwaneke leşkerî ya Îsraîlê kir armanc

Back to top button