Serokwekîlê koma DEM Partî Sezaî Temellî geşedanên di rojevê de nirxandin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî yê geşedanên dawî nirxand.
Sezaî Temellî bertek nîşanî bersiva Wezareta Dadê ya “Tecrîd nîne” da û got:
“Ev Tecrîd zêdetirî 24 salan e dewam dike.
Divê demildest şandeyeke lêkolînê biçe giravê.”

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî Sezaî Temellî, bi civînek çapemeniyê li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand.

Sezaî Temellî di serî de serkeftina Amedspor a di Koma Sor a Lîga 2’yemîn de bû şampiyan û derbasî lîga 1.Tirkiyê bû pîroz kir

Temellî got:

“Kesên ku digotin ‘Cihekî bi navê Amedê heye’ an jî ‘tîmeke bi navê Amedspor heye’ bawer im piştî şampiyontiyê zanîne Amed li ku ye.”

Temellî Bertek nîşanî bersiva Wezareta Dadê ya “li Îmraliyê tecrîd tune ye” da

Piştî van, yek ji mijara bingehîn a di rojeva Serokwekîlê Koma DEM Partiyê de bersiva Wezareta Dadê ya “Li Îmraliyê tecrîd nîne” bû.

Temellî bi bîr xist nêzî 5 sal in hevdîtina Rêber Apo bi malbat û parêzeran nîne û wiha bertek nîşan da:

Dema komîsyonê ji me re nivîs nivîsandiye; weke ku henekê bi me bike dibêje ku ‘ji bo em bikarin qala tecrîdê bikin divê agahînegirtineke mûtleq hebe.

Ji xwe 38 meh in agahînegirtinek mûtleq heye

Sezaî Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê

Di vê çarçoveyê de Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişande li ser tenduristiya Rêber Apo ku tu agahî jê nayê girtin û dawiyê ev bang kir:

Ev Tecrîd zêdetirî 24 salan e didome û Tirkiye jî di nava krîzên siyasî, bêhiqûqî û bêedaletiyeke mezin de asê maye.

Ji bo ku ev rewş bi dawî bibe em careke din Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê vedixwînin peywîrê.

Divê demildest şandeyeke lêkolînê biçe giravê.”

Back to top button