Sibe wê pêşhilbijartina PYD’ê li Til Temir bêne lidarxistin

30’ê Gulanê wê Hilbijartina Şaredariyan li herêmê bêne lidarxistin
Di çarçoveya pêşhilbijartinan de PYD wê sibe li Til Temirê ji bo diyarkirina namzetê xwe yê hilbijartinê biçin ser sindoqan.

Pêşbaziya namzetiya PYD’ê wê dinavbera 6 bernamzetan de pêk were.

Ew jî, Elî Elo, Mihemed Nûrî Ehmed, Ridwan Xelef, Xidir El Ilêwî, Selah Dawid û Salim El Remo ne.

Hate hînbûn wê namzetiya şaredariya Til Temirê ya jin ji pêkhateyên Aşûr be.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Kantona Cizîrê PYD û Kongra Star di nava tifaqekê de beşdarî hilbijartina Şaredariyan dibin.

Beriya hilbijartinê jî ji bo diyarkirina namzetên xwe jî pêşhilbijartinan li herêmê pêk tîne.

Li Xera, Hedadiyê û Zirganê pêşhilbijartin hatin lidarxistin

Back to top button