Gerîlayên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Zapê li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuayniya nivîskî ya li ser çalakî û êrişên dagirkeriyê parvekirî de, ev agahî pare kir:
Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
3’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku ketin nava liv û tevgerê çalakiyên sekvaniyê hatin kirin.
Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Navendê diyarkir ku ev çalakî ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hatin kirin.
HPG’ê eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Garê, Metîna û Xakurkê bi giştî 12 caran bi balafirên şer herêm bombekirin.