Li Brezilyayê bobelata lehiyê: 75 kes mirin

Li seranserî cîhanê bobelatên Xwezayî didomin.
Herî dawî li lehiya Brezîlyayê 75 kes mirin û 103 kes jî winda ne.
Li Kenyayê ji meha Adarê û vir ve ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê kesên jiyana xwe ji dest dane derket 228 kesan.

Li eyaleta Rio Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê lehî rabû.

Hat ragihandin ku ji ber barana zêde heta niha 75 kesan jiyana xwe ji dest dane û 103 kes jî winda ne.

Rêveberiya parastina sivîl a Rio Grande do Sulê diyar kir ku 103 kes hîn winda ne û herî kêm 24 hezar kes jî ji cih û warên xwe bûne.

Ji ber bahozê bandor li zêdetirî nîvê 497 bajarên wîlayeta ku dikeve ser sînorê Uruguay û Arjantînê.

Ji ber lehiyê 103 kes winda ne

Waliyê Rio Grande do Sul Eduardo Leite ji rojnamevanan re got:

“dibe ku ev hejmar di rojên pêş de bi girîngî biguhezin ji ber ku em bigihîjin bêtir deveran.”

Li gelek bajaran kuçe û kolan bûne çem û rê û pir jî hilweşiyane.

Bahoz bû sedema şimitîna axê û perçebûna avahiyek bendavê ya li santralek piçûk a hîdroelektrîkê.

Rayedaran diyar kirin ku bendava duyemîn a li bajarê Bento Goncalves jî di bin metirsiya hilweşînê de ye û ferman da kesên li derdorê dijîn.

Li Rio Grande do Sulê di meha îlonê de baranên dijwar barandin û lehî rabû û zêdeyî 50 kes mirin.

Li Kenyayê hejmara miriyan derket 228 kesan

Li Kenyayê ji meha Adarê û vir ve ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê kesên jiyana xwe ji dest dane derket 228 kesan.

Şert û mercên xirab ên hewayê bi giranî bandorê li ser Kenya û Tanzanyaya cîran dike.

Zêdebûna asta avê berdewam dike, pira sereke ya li derdora Kisumu ya li ser rêya bejahî ya ku paytext Naîrobî bi hev ve girêdide di bin avê de ma.

Li gorî daneyên hikûmetê ji meha Adarê û vir ve hewaya xirab bûye sedema mirina 228 kesan û windabûna 72 kesan.

Li Burundî ji meha Îlonê û vir ve, dema ku demsala baranê dest pê kir, herî kêm 29 kes mirin û 175 kes jî birîndar bûn.

Back to top button