Li Behra Başûrê Çînê tetbîqata hevpar a Amerîka-Filîpîn

Yekîneyên Amerekî û Fîlîpîniyan li Behra Başûrê Çînê ya li bakurê Fîlîpîniyan, tatbîqat pêk anîn.

Bûyerên ku di navbera keştiyên Çîn û Fîlîpîniyan de dubare dibin, tirsa şerekî hîn berfirehtir zêde dike.

Li herêmeke wiha tatbîqatên deryayî, bejahî û hewayî heta 10’ê Gulanê tên pêkanîn.

Zêdeyî 16 hezar û 700 leşkerên Amerîkî û Fîlîpînî beşdarî van tatbîqatan dibin.

Li nêzî bajarokê Laoag ê bi 400 kîlometreyî li başûrê Taywanê ye, leşkerên Amerîkî li girên bejahiya bakur-rojavayê Fîlîpîniyan bi cih bûne.

Hat ragihandin ku leşkerên Amerîkî zêdeyî 50 guleyên 155 mîlîmetre berdane hedefên li ser avê yên ku nêzî 5 kîlometreyan ji bejahiyê dûr.

Fermandarê Hêza Sefera Yekemîn a Amerîkayê Mîchael Cederholm daxuyanî da rojnamevanan û got:

“Ji bo tepisandina îstîlayekê hate pêkanîn. Tatbîqat li cihên cuda yên Fîlîpîniyan pêk hat.”

Back to top button