Hewldanên Suîkastê ya li dijî Rêber Apo

6’ê Gulana 1996’an de dewleta Tirk a faşîst-qirker hewl da sûîkast li dijî Rêber Apo bike.
Ji bo vê yekê gelek xebatên dîplomasî meşandin ku hevkariyê vê kompl û suîkastê bikin.
Her çendî wesayîta bombebarkirî teqiya be jî hêzên komploger negihiştin armanca xwe.Rêber Apo vê sûîkastê weke destpêka komploya navnetewî nirxand.

6’ê Gulana 1996’an li dijî Rêber Apo hewldana suîkastê hat kirin.

Tîma suîkastê ya dewleta Tirk ku li Şamê ji zû de haziriya êrîşa bombeyî dikirin 6’ê Gulana 1996’an tevgeriyan.

Ne bi tesadûfî ev roj hilbijartin.

Lîderên tevgera şoreşa Tirkiyê Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan 6’ê Gulana 1972’an hatibûn darvekirin.

Li nêzî Dibistana Navendî ya Partiyê wesayita ku tonek C4 lê hatibû barkirin, saet 10:17’an hate teqandin.

Ji ber Konferansa Netewî ya 4’an beşekî girîng ê rêveberiya PKK’ê li akademiyê bû.

Dengê bombeya ku hatî teqandin ji her devera Şamê hate bihîstin, lê vê demê Rêber Apo ne li Akademiyê bû.

Beriya Suîkastê lêgerînên Dîplomasiyê

Dema ku yekîneyên MÎT’ê û JÎTEM’ê amadekariya suîkastê dikirin li Enqerê trafîkeke zêde ya dîplomasiyê hebû.

Dewleta Tirk ku bi Yewnanîstanê re ‘krîza Kardakê” dijiyan.

Weke şertê bidawîkirina rageşiya bi Atînayê re, ji Serokê Amerîkayê Bîll Clînton dixwest ku di têkoşîna dijî PKK’ê de zêdetir destekê bidin wan.

He wiha wan rojan di navbeyna Tirkiyê û Israîlê de nêzîkatiyeke dîrokî hebû. Rejîma Enqerê û Israîlê nêzî hev dibûn.

Rejîma Enqerê da ber çavan dostê xwe yê nêz Misir, welatên Ereb bide pêşberî xwe û bi Îsraîlê re “peymana hevkariya leşkerî û perwerdehiyê stand”.

Enqere hewl dida ku Misrê qanih bike, di hevdîtina du welatan de mijar çû û hat û hate krîza Tirkiyê û ya bi Sûriyê ye.

2’yê Gulana 1996’an Wezîrê Karê Derve yê Misrê Amir Mûsa ku hatî Enqerê got;

“Em bawer dikin ku meseleyên di navbeyna Tirkiyê-Sûriyê de li ser masê bêne çareserkirin.”

Rêber Apo: 6’ê Gulanê destpêka Komploya Navneteweyî bû

Rêber Apo bandora êrîşê ya li ser PKK’ê wiha anî ziman:

“Şer ji hêzên ewlehiya navxwe wêdetir ji hêla hêzên Gladîo-JÎTEM-Hîzbûllah ve dihate rêvebirin.

Ev hêzên bi rayeyên ji qanûn û makeqanûnê wêdetir hatibûn parastin xwedêgiravî şerê man û nemanê dikirin.

“Talokeya Kurd” ji talokeya Yewnan û Ermen gelekî mezintir bû.”

Her wiha Rêber Apo di pareznameya xwe de diyar kir ku 6’ê Gulanê destpêka komployê bû ku 15’ê Sibata 1999’an bi encam bûbû.

Li aliyê din 30 Hazîranê heval Zîlan ji bo bersiv bide êrîşên li dijî Rêber Apo li Dêrsîmê çalakiya fedayî pêk anî.

Rêber Apo derbarê vê yekê de jî wiha got:

“Her çendî hewldana suîkastê ya 6’ê Gulanê ne serkeftî jî bû, Çalakiya fedayî ya 30’ê Hezîranê li Dersimê ya Zîlan (Zeynep Kinaci) ku talokeya mezin a vê êrîşê fêm kir.”

Back to top button