Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê muzexaneyek ku balê dikişîne ser hovîtiya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker ava dike.
Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serfiraz Şerîf derbarê mijarê de axivî û got:
“Avakirina muzexaneyê di Adara îsal de destpê kir.
Di muzexaneyê de dê wêneyên ku balê dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê ku ji sala 2014`an heta 2017`an li herêmê kirine werin nîşandan.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna vê muzexaneyê nin e.
Li gorî Serfiraz Şerîf projeya avakirina muzexaneyê wê çend mehan bi dawî bibe û der barê rûbera wê de ev agahî parve kir:
“Dirêjahiya muzexaneyê 16 metreyan û firehiya wê 5 metre ye.
Muzexane dê bibe şahidê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmê.”