Gavên aktîv ên parastina Berhemên Çandiniyê

Cotkarên bajarê Şedadê ji bo parastina Berhemên xwe yên Çandiniyê hin tedbîr girtin.Cotkaran ji bo nobetdariya Berhemên xwe li hember şewatan kom ava kirin.

Cotkarên Şedadê yê girêdayî kantona Cizîrê, tevî sazî û komîteyan Berhemên xwe diparêzin.

Cotkar Hesen El Muxlif der barê mijarê de axivî û got:

“Ji bo agir bi Berheman nebe, me giyayên li derdora zeviyan rakirin.

Her wiha me dewriyeyên çavdêriyê ku zeviyan bişopînin, bi rêxistin kirin.”

Girêdayî wê cotkar Ebdullah Remedan destnîşan kir ku wan ji bo parastina Berheman bi komînan re hevkarî kiriye.

Komîn û Şaredariyan diyar kir ku bi cotkaran re hevkariyê dikin, da ku li hember xeteriyên muhtemel bibin bersiv.

Cotkar Husam El Ferec jî diyar kir ku wan ji bo nobetariya zeviyan, komek ciwan amade kiriye.

Têkildarî mijarê, cotkarên Şedadê destnîşan kir ku hişyariya hevbeş û tedbîrên baş li hember ziraran bersivên guncaw in.

Cotkaran bang kir ku hevgirtî bin da ku rewşên guncaw ji bo parastina mewsimê peyda bin.

Back to top button