PYD-Swîsre Konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD-Swîsre Konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist.
Di Konferansêde xebatên rêxistinî, yên salekê hatin nîqaşkirin.
Di Konferansê de Gulîstan Sadûn û Alî Omer weke berdevkên PYD-Swîsre hatin hilbijartin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk – Swîsre PYD-Swîsre li Navenda Çandê ya Rojava ya li Zurîhê Konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist.

Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsre CDK-S Selma Surer û delegeyên PYD’ê tevlî konferansê bûn.

Konferans bi rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê dîwan hat hilbijartin û perspektîf hat xwendin.

Di konferansê de li ser helwesta hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê nîqaş hat kirin.

Selma Surer: Divê gelê Kurd li dijî hevkariya PDK a bi dewleta Tirk re bi helwest be

Di konferansê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker qadeke cidî a Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û PDK’ê ji dagirkeran re cih vekiriye.

Di heman demê de PDK hevkariya dewleta Tirk tike.

Yê ku ji dewleta Tirk re pêşengtiya nokeriyê dike PDK yê.

Dixwaza Başûrê kurdistanê bi giştî têxe destê dagirker û xayinan.

Divê gelê kurd li dijî wan kiryaran bi helwest bin..

Piştre rapora xebatên salekê ji aliyê berdevkê demê Abbas Omer ve hat xwendin.

Di konferansê de rewşa rêxistinî hat nîqaşkirin.

Di konferansê de Gulistan Sadun û Alî Omer weke berdevkên demê yên PYD-Swîsre hatin hilbijartin.

Back to top button