Analîzvanê Siyasî Mihemed Îsa: AKP’ê heman sûcên Osmaniyan pêk tîne

Dewleta Osmanî yek ji dewletên herî zêde komkujî li dijî gelên herêmê wek Kurd, Ereb, Suryan û Ermen pêk anîne.
Nivîskar û analîzvanê siyasî yê Sûrî Mihemed Îsa diyar kir ku AKP û MHP’ê heman sûcên Osmaniyan pêk tînin û got:”Tevî hovetiya dewleta Tirk a dagirker gelek rejîm û desthilat dixwazin bi wê re li hev bikin.
Divê rewşenbîr û siyasetmedar hay ji xeteriya tirkiyê hebin.”

Di sala 1516’an de Împeratoriya Osmanî Sûriye, Lubnan, Urdun û Filistîn dagir kirin, ziman û neteweya Tirk li gelên van welatan ferz kirin.

Sala 1914’an wezîrê deryavaniyê Cemal Başa bû fermandarê giştî yê hêzên Tirkiye û li welatên navborî baç, zimanê tirkî û leşkeriya neçarî ferz kir.

Ji wê zêdetir împeratoriya Osmanî biryarên kongreya Parîs a sala 1913`an bi cih neanîn ku divê Ereb jî tev li desthilatê bibin û di bin sîwana împeratoriya osmanî de xweser bin.

Berovajî wê siyasetên xwe yên şovenîst, Tirkkirin û talankirinê domandin.

Ji ber wê şoreşek bi pêşengiya Rewşenbîr û Siyasetmedarên dijberî desthilata Osmanî dest pê kir.

Ji bo bidawîkirina şoreşê, Cemal Başa biryara darvekirina gelek Rewşenbîran li Şam û Beyrûtê da.

Bi armanca tirsandina gelê herêmê, dewleta Tirk a dagirker jî li ser şopa osmaniyan fermandarên leşkerî, siyasî û sivîl dike armanc.

Nivîskar û Analîzvanê siyasî yê Sûrî Mihemed Îsa têkildarî mijarê axivî.

Mihemed Îsa diyar kir ku AKP û MHP’ê heman sûcên osmaniyan pêk tînin û got:

“AKP’ê her tim di bername û xîtabê xwe yê siyasî de xwest bi vejandina dîroka osmanî namzetan ber bi aliyê xwe ve bikişîne.

Her wiha bi heman rêbaza pêşiyên xwe, rêxistinên îslama radîkal wek Nusra, DAIŞ û Sultan Murad bi kar anî.

Ji bo ku tevna civakî ya Sûriyê ji hev bixe.

Erdogan heman rêbaza Sultan Ebdulhemîd û sultanên din bi kar tîne.”

 Mihemed Îsa: Divê Rewşenbîr û Siyasetmedar hay ji xetereya Tirkiyê hebin

Îsa anî ziman ku niha jî mîna serdema Osmaniyan dewleta Tirk ne tenê li Sûriyê lê belê li Iraq, Lîbya û Ermenistanê gelek sûc kirin û wiha domand:

“Tevî wê jî gelek rejîm û desthilat dixwazin bi wê re li hev bikin.

Li Sûriyê, ruxmî dijminatiya gelek salan, lê belê hikumeta Şamê di encama fişara Rûsyayê de û ji bo ku berjewenidyên xwe biparêze, dan û standinan bi Tirkiyê re dike.

Divê rewşenbîr û siyasetmedar hay ji xeteriya Tirkiyê hebin.”

Back to top button