Li Idlibê nifşekî terorîst bi fikrekî Osmanî tê gihandin”

Endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê-Meclisa Idlibê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker çeteyan li deverên dagirkirî ji nû ve rêxistin dike û çeteyên Cebhet El Nusra “şûrekî Tirkan e li ser serê şêniyan” û nifşekî terorîst bi fikrekî Osmanî li Idlibê digihînin.

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê-Meclisa Idlibê Ebdulqadir Hisên der barê rewşa herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de axivî.

Hisên diyar kir ku komên çete yên li deverên dagirkirî gelek sûcan dikin û gel li hemberî van sûcan xwepêşandanan li dar dixin û got:

“Artêşa Tirk şêniyan diçewisîne.

Dewleta Tirk a dagirker fitneyan di nav komên çete de derdixe.

Hejmara hin koman wekî ‘Emşat’ kêm dike, noqteyan koma navborî radestî çeteyên Sultan Murad dike û bi Cebhet El Nusra gefê li wan dixwe.

Divê dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê bi dawî bibe.

Divê şêniyên deverên dagirkirî li hember dagirkeriyê dakevin qadan.”

Cebhet El Nusra jî di hundirê Tirkiyê tê birêxistinkirin

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê – Meclisa Idlibê Mihemed Riziq jî anî ziman ku piraniya endamên Heyet Tehrîr El Şam ji derveyî Sûriyê ne û xwedî dîrokeke tijî sûc e û got:

“Ev kom zarokan bi minhacên terorîstî perwerde dikin da ku bi rêya wê nifşekî terorîst bi fikrekî Osmanî li Idlibê bigihînin.

Cebhet El Nusra jî di hundirê Tirkiyê de hat birêxistinkirin da ku berjewendiyên dagirkeriya Tirk pêk bîne.

Di sazûmaniya Heyet Tehrîr El Şam de gelek guhertinên şiklî çêbûn.

Dewleta Tirk bi rêya van guhertinan hewl dide îmaja van çeteyan biguherîne da ku wekî terorîst neyên nîşandan.”

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê – Meclisa Idlibê Ehmed Abdîn jî destnîşan kir ku sala 2012’an hin kom girêdayî dewletên Kendava Ereban hebûn û wiha anî ziman:

“Wê demê şer dest pê kir, tevahî kom ji wir dreketin û li Idlib û gundewarên bakurê Helebê hatin bicihkirin.

Piştre dewleta Tirk a dagirker tevahî çeteyên girêdayî aliyên din tune nekirin da ku nerîn û desthilata xwe li ser wan ferz bike û kengî bixwaze wan bi kar bîne.”

Back to top button