Êrişên dewletaTirk ên li ser herêmê bê navebr dewam dikin. Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mişêrfê, Siwêdiyê û rêya M4 yên Eyn Îsayê topbaran kirin. Li aliyekî din, di encama êrişa dewleta Tirk a li ser Til Rifatê de Zuhêr Ebdulrehman Mihemed ê ku birîndar bibû îro şehîd bû. Rayedarekî Nexweşaxenya Avrîn diyar kir ji ber kêmderfetiyên ji ber ambargoya hikumeta Şamê Zuhêr Mihemed şehîd bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Îro dagirkeran gundên Mişêrfê, Siwêdiyê û rêya M4 yên Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.
Zûhêr Mihemed ku di êrişa li ser Til Rifetê de birîndar bû şehîd bû
Îro kesê bi navê Zuhêr Ebdulrehman Mihemed yê 36 ku di wê êrişê de birîndar bûbû, ji ber birînên xwe yên giran şehîd bû.
Zuhêr Ebdurehman Mihemed ê 36 salî li nexweşxaneyeke Helebê şehîd bû.
Bi şehadeta Zuhêr Ebdulrehman Mihemed re hejmara şehîdên wê êrişê gihaşt 4’an.
Rêveberê Nexweşaxenya Avrîn: Ambargoya hikumeta Şamê bû sedema şehadeta Zûhêr Mihemed
Serokê beşa hemşîretiyê ya Nexweşxaneya Avrîn Mihemed Eslan derbarê mijarê de diyar kir wan li gorî derfetên heyî Zuhêr Ebdurehman û ku birîndar bûbû derman kir.
Mihemed Eslan got, “ji ber birîna Zuhêr Ebdurehman Mihemed giran bû ew rakirin nexweşxaneyeke bajarê Helebê ku wêneyê sîngê wî bikişînin.
Lê ji ber kêmbûna dermanan û alavên tibî li wir şehîd bû.” Eslan tekez kir sedema nebûna derman û alavan ambargoya hikumeta Şamê ye ku li ser herêma Şehbayê ferz kiriye.