YNK: Emê li dijî her hewlek ne rewa ya paşxistina Hilbijartinê bin

Mekteba Siyasî ya YNK’ê bi Serokatiya Bafil Talebanî civînek lidarxist.
Mekteba Siyasî ya YNK’ê bi tundî hewldanên paşxistina hilbijartinên Parlementoyê şermezar û red kir.
Mekteba siyasî di civîna de ji bo parastina mafên Demokratîk ên gelê Kurd, biryar da ku li hember hewlên nerewa, hemû tedbîrên yasayî û xebatên berfireh ên siyasî û dîplomatîk werbigirin.

Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê YNK bi serokatiya Serokê YNK’ê Bafil Talebanî duh civînek lidar xist.

Di civînê de bi tundî her hewlek li ser lihevkirina di navbera partiyan de ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê şermezar û red kir.

Her wiha di civînê de piştgiriya xwe ji bo berdewamiya tedbîrên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo serkeftina hilbijartinên heman rojê dubare kir.

YNK: Em her hevdîtinek ji bo paşxistina Hilbijartinan red dikin

Di civînê de hişyarî hate dayîn ku her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan, dê bibe xefkek mezin û wiha hate gotin:

“Di Pêvajoya siyasî ya Kurdistanê de ku di dawiyê de ti baweriyek ji bo îradeya guhertina demokratîk û navûdengê saziyên Başûrê Kurdistanê nahêle û rewatiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ku niha li ser deshilatê ye bi awayekî cidî dixe ber pirsê.

Mekteba Siyasî hewildanên bi vî rengî yên paşxistina îmtiyazên demokratîk dinirxîne û ji bilî berçavgirtina berjewendiyên teng ên ku xwe ji proseya hilbijartinan vedişêrin, ti hincetek ji bo wan nîne.

Ew li dergehek neheq digerin ku dê wan vegerîne piraniyek bi zorê û pêş-ewlekirî.

Ji ber vê yekê jî em her hevdîtinek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin.”

YNK: Em bî lihevkirina Netewî Yekîtî û Demokrasiyê xurt bikin

Biryarên di civîna YNK’ê de hatîn girtin wihane:

“Wê bi rêya yadaştnameyên fermî û hevdîtinên eşkere û cidî, dostên proseya siyasî ya Kurdistanê, Iraq, civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî ji pabendbûna xwe ya demokratîk were agahdarkirin.

Dê bi lihevkirina netewî yekîtî û demokrasiyê were xurtkirin.

Dê serî li giliyên yasayî were dayîn û li gor destûra Iraqê û yasayên cîbicîkar parastinê li mafê gelê xwe were kirin.”

Her wiha bang li her kesî hate kirin ku piştgiriyê bidin vê têkoşîna ‘legal û demokratîk’.

PDK hewil dide hilbijartinên Parlamentoya Başûr paşbixîne

Back to top button