Di Hefteya Wêjeyê de pêşniyara Platforma rexnevaniyê hat kirin

Di roja 5ˊan a Hefteya Wêjeyê de ji bo pêşxistin û geşkirina qada rexneya wêjeyî beşdaran pêşinyar kir ku platîformek ji bo rexnevan were avakirin.
Beşdaran got: “Ew ê rê li ber lawaziyên naveroka berheman bigire.”

Bi sernavê “Nebûna Rexneyan û Bandora Wê li Jiyana Çandî û Wêjeyî” semînerek ji aliyê lêkolîner Riyad Xelef ve hat dayîn.

Riyad Xelef diyar kir ku rexneya wêjeyê li herêmê tê dîtin, lê ne bi kûrahiya xwe ya heqîqî ye û got:

“Wezîfeya rexnevanên heqîqî şoreşgertî ye.

Divê rexnevan xwedî hişmendiyeke baş be.

Ji ber ji rexnevan re başbûna zimanê nivîskar, naskirina fikra nivîskar pêwîst in.

Nayê qebûlkirin ku rexnevan tiştekî rexne bike, bêyî ku sedem û bandorên wan tiştan bîne ziman.”

Beşderan li ser mijara panelê nîqaş kirin û dan zanîn ku bi awayeke giştî rewşa siyasî jî bandoreke neyênî li rexneya wêjeyê kiriye.

Beşdaran got divê platform an saziyek taybet bo rexnevanan bê vekirin.

Ji ber ku di îroyîn de nêrînên li ser ragihandin û medyayên dijîtal zêdetir derdikevin.

Back to top button