Li Hewlêrê Lehî rabû: Jinekê jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Korê yê girêdayî bajarê Hewlêrê di encama rabûna lehiyê de dîwarek hilweşiya ser çar jinan, di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da, sê jinên din jî birîndar bûn.

Ji ber pêla dijwar ya barîna baranê li Başûrê Kurdistanê, li gelek deverên parêzgeha Hewlêrê lehî rabûn.

Li gorî di vîdyoyekê de jî tê dîtin li bajarokê Korê yê girêdayî bajarê Hewlêrê di encama rabûna lehiyê de dîwarek hilweşiya ser çar jinan,

di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da, sê jinên din jî birîndar bûn.

Têkildarî bûyerê Parastina Sivîl ya Hewlêrê jî piştrast kir ku di encama hilweşîna dîwar ya ji ber lehiyê de jinekê jiyana xwe ji dest daye û sê jin jî birîndar bûne.

Back to top button