Mûstafa Karasû têkildarî hilbijartina 31’ê Adarê agahiyên nû parve kir

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkildarî hewildanên rejîma Erdogan ya ji bo xesipkirina îradeya gelê Wanê agahiyên nû da.
Karasû dazanîn ku MIT’ê raporek li ser mijarê da Erdogan û jêre got: Eger mazbete ji bo DEM Partî neyê dayîn wê li gelek bajaran çalakî pêk werin.
Vê tirsê hişt ku Erdogan neçar bimêne mazbete ji bo DEM Partî bê dayîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû yê di bernameya Medya Haber TV de qala gelek rojevan kir, têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê jî nirxandinên nû û balkêş da.

Karasû: Fikir û şerê taybetê yê ku ‘AKP têk naçe’ hat şikandin

Mûstafa Karasû anî ziman di hilbijartinê de, fikir û şerê taybetê yê ku “AKP têk naçe” hat şikandin û wiha got:

“Lê belê divê mirov nebêje di van hilbijartinan de wê her tişt biguhere. Bahçelî bi eşkere got, ‘Me ev welat bi hilbijartinê ava nekir’. Erdogan jî xwedî heman fikrî ye. Lewma divê ev hilbijartin weke serketinekê, weke destpêkekê bê dîtin. Lê belê şaş e ku mirov bibêje bi vê hilbijartinê re wê her tişt sererast bibe.”

“Ger têkoşîna hêzên demokratîk nebûya, wê li Kurdistanê şaredariyên din jî bihata desteserkirin”

Bi domdarî Karasû bal kişande li ser hewldana desthilata AKP-MHP’ê ya ji bo careke din desteserkirina şarederiya bajarê mezin yê Wanê ku namzetên DEM Partiyê bi ser ketibûn.

Mûstafa Karasû bi bîr xist ku ger têkoşîna hêzên demokratîk nebûya, ne tenê li Wanê wê bi demê re li Kurdistanê şaredariyên din jî bihatana desteserkirin.

MÎT’ê rapor da Erdogan: Mazbeta Wanê neyê dayîn, wê hemû bajarên Kurdan rabin

Karasû anî ziman ku di rapora MÎT’ê dayî Erdogan de wiha hatiye gotin:

”Ger li Wanê mezbeta neyê dayîn, piştî çend saetan, piştî fitarê di serî de Amed wê hemû bajarên Kurdan rabin ser piyan. Navenda MÎT’ê ev rapor da Erdogan. Helbet ji bo hikûmet bi rewşeke wiha re rû bi rû nemîne, Erdogan ji Serokê YSK’ê re got demildest mezbetayê bidin Abdullah Zeydan.”

Mûstafa Karasû: Tifaqên xwe pêş bixin û beşên hîn berfirehtir bigirin nava xwe

Di vê çarçoveyê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû îşaret bi hêza têkoşînê ya hevpar kir û bang li hemû aliyên demokrat kir tifaqên xwe pêş bixin û beşên hîn berfirehtir bigirin nava xwe.

Back to top button