Balafirên Tirkiyê kolberên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê li dijî kolberên Rojhilatê Kurdistanê êrişek pêk anî.
Li gorî agahiyan di encama êrişê de 2 kolber hatine kuşitin.
Dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku êriş li dijî gerîlaynê HPG’ê pêk aniye.
HPG’ê jî bi daxuyaniyekî îdiayên Tirkiyê derewand û got: “Di êrişê de 3 mirovên me yên sivîl ên ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn.”

Di 28’ê Nîsanê de 2 kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Ehmed Heyderî û Resul Çekal yên xelkê Serdeştê derbasî sînorê çiyayên Xêre û Lolan yên ser bajarokê Sîdekan bûn.

Hate zanîn ku herdû kolberan jî di encama êrişên balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane.

Dewleta Tirkiyê piştî êrişê îdia kir ku êriş li dijî gerîlayên HPG’ê hatiye kirin.

HPG’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ev îdiayên Tirkiyê derewand.

HPG: Di êrişa artêşa Tirk de 3 sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn

HPG’ê têkîldarî mijarê ev agahî parve kir:

“28’ê Nîsanê li qada Xinêreya Jor a li herêma Xakurkê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êriş pêk anîn. Di encama bombardûmanê de hate îdîakirin ku hêzên me windahî dane. Lê belê nûçeyên artêşa Tirk a dagirker bi temamî derew in. Di vê bombardûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye, lê belê di encama bombardûmanê de 3 mirovên me yên sivîl ên ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn.”

PDK rê nade malbat biçin cenazeyên xwe bigirin

Qeymeqamê bajarokê Sîdekan ya Başûrê Kurdistanê Îhsan Çelebî jî êrişa li ser kolberan piştrast kir.

Li gorî agahiyan cenazeyê kolberan hîn jî li cihê ku êriş pêk hatiye mane.

Hate ragihandin ku malbatên her du kolberan ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, da ku cenazeyên zarokên xwe bigirin.

Lê çekdarên girêdayî PDK’ê rê nadin malbat cenazeyê zarokên xwe ji cihê êrişê bigirin.

Back to top button