HPG: Li Metînayê 13 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya Metînayê ji du baskan ve li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Di encama çalakiyê de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Her wiha HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Xakurkê 3 welatiyên sivîl yên ji rojhilatê Kudistanê şehîd xistiye.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çalakiyeke serdagirtinê de 13 leşkerên Tirk ên dagirker cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kir:

“Li herêma Metînayê, 30’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê, hêzên me ji du baskan ve li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî kirin.

Di encama çalakiyê de 12 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerek din jî bi sekvaniyê ji aliyê baskê duyemîn ve hate cezakirin.

Her wiha HGP’ê da zanîn li Herêma Rojavayê Zapê jî 29 û 30’ê Nîsanê gerîlayên YJA Starê li dagirkeran dan û liv û tevgera dagirkeran rawestandin.

DI ÊRIŞA DAGIRKERAN DE 3 WELATIYÊN JI ROJHILATÊ KURDISTANÊ ŞEHÎD BÛN

Derbarê êrişên dagirkeriyê de jî HPG’ê eşkere kir ku arteşa Tirkiyê di navbera 28 û 30’ê Nîsanê de Herêmên Zapê û Xakurkê 12 caran bi balafirên şer bombebarankiriye.

Di encama van êrişan de HPG’ê ragihand ku 28’ê Nîsanê 3 welatiyên sivîl ên ji Rojhilatê Kurdistanê li qada Xinêreya Jor a li herêma Xakurkê şehîd bûne.

HPG: Hêzên Iraqê li gundê Demkayê yê li herêma Keşanê bi cih bûn

Her wiha dawiyê HPG’ê diyar kir 27’ê Nîsanê jî artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Demka yê li herêma Keşanê bombebaran kir û piştî wê jî hêzên Iraqê li wir bi cih bûn.

Back to top button