Asayîş: Li Reqa şaneyek çeteyan a ji 5 kesa pêk tê hate girtin

Di nava meha Nîsanê de, Hêzên Asayîşê ji bo aramiya li herêmê gelek oparasyon pêk anîn.
Herî dawî, beriya 2 rojan li nava Reqayê di encama oparsyonekê şaneyek çeteyan a ji 5 kesan bû hate girtin.
Asayîşê ragihand ku ev şaneyek herî xeternak ya li bajar bû.
Her wiha di oparasyonên li Tebqa, Minbic û Şehbayê de, 5 kesên bikarhênerê, foşkarên narkotîk û kesekî pereyê sexte çêdike hatin girtin.

Şaneyek din a çeteyan li nava Reqayê ji hev hate xistin.

29’ê Nîsanê hêzên Asayîşê li herêmê oparasyonek berfireh pêk anî.

Navenda ragihadinê ya Asayîşê bi daxuyaniyeke li ser malpera xwe agahî parve kir.

Navendê çeteyên girtî, weke xetertirîn çeteyên li nava bajar binav kir û ev agahî parve kir:

Bi oparasyoneke serketî hêzên me, şaneyek çeteyan a ji 5 kesan pêk tê girtin.

Navendê diyarkir ku destê van kesan di gelek bûyerên reşkujî yên li herêmê ku li hember hêzên leşkerî û civakî pêk hatî de heye.

Her wiha bi van çeteyan re gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Asayîşê agahiya wê yekê jî da ku ev çete li kiryarên pêk anîne mikur hatine.

Wê di nava demên pêş de mikurhatina van çeteyan bi raya giştî re jî parve bikin.

Li Minbicê 2 belavkarên narkotîkê hatin girtin

Li Minbicê jî 2 belavkarên Narkotîkê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 26’ê Nîsanê 2 belavkarên Narkotîkê hatine girtin.

Asayîşê daxuyakirin piştî lêpirsînê wê ev kes ji bo dozgeriyê werin şandin.

Li Şehba 2 balevkarên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Asayîşê li Şehbayê jî nîşan dan ku wê rê nedin planên qirêj yên bi rêya narkotîkê civakê ji hev bixin.

Di vê çarçoveyê de, piştî agahî û şopandinê 2 kes li herêma Şehbayê li ser sûc hatin girtin.

Bi van kesan re, 56 hebên Kaptegonê hebûn.

Back to top button