Li bajarê Tebqayê bazirganekî pereyên sexte hate girtin

Li bajarê Tebqayê bazirganekî ku pereyên sexte belav dikirin, ji aliyên Hêzên Asayîş’ê ve hate girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîş’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“22’yê Nîsanê roja duşemê, hêzên me li bajarê Tebqayê kesekî ku bazirganiya pereyên sexte û belavkirina wan dikir, hatin girtin.

Di encama şopandina liv û tevgera kesekî biguman de, diyar bû ku pereyên sexte di nava bajêr de belav dike û piştî komkirina delîl û agahiyên ku beşdarbûna wî di vî karî de îspat dikin, hêzên me bi ser cihê wî de girt û ew hat girtin.

Di destê wî de 900 dolarên sexte hatin destser kirin.

Hêzên me ji bo ku li dijî wî tedbîran bigirin, ew kes sewqî aliyên eleqedar kir.”

Back to top button