Şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo danûstandinên dîplomatîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd serdana Washîngtonê kir.
Şandeya bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs bi endamên Meclîsa Nûneran û bi endamên senatoyê re hevdîtin kir.
Serokê Şandeya KNK’ê Ahmet Karamûs: Hevdîtinên me erênî derbas bûn
Hevserokê KNK’ê têkildarî atmosfera hevdîtinên dîplomatîk axivî û got:
“Me di hevdîtinên xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Hevdîtin erênî derbas bûn û nêzîkatiya li şandeya KNK’ê erênî bû.
Helwesta Kurdan gelekî guncaw hate dîtin.”
Her wiha KNK’ê bi rayedarên Wezareta Karên Derve û 8 saziyên cuda yên thînk-thankê re jî civîn li dar xist.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şande piştî hevdîtinên li Washîngtonê wê derbasî bajarê New Yorkê bibe û li wê derê jî danûstandinên xwe dewam bike.