“Bi sûd wergirtina ji derfetên nû, em dikarin deriyên Îmraliyê vekin”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kirin ku divê deriyên Îmraliyê vebin û wiha gotin:
“Rojeva me ya herî girîng, rewşa Rêber Apo ye.
Bi sûd wergirtina ji derfetan, em dikarin dewletê mecbûrî Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin.”

Rêber Apo 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin.

Zêdeyî 3 sal in jî ti agahî jê nayê wergirtin.

Ji bo agahî ji Rêber Apo bê wergirtin, bê navber çalakî dewam dikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ji aliyê dostên Kurdan ve hatî destpêkirin, ji ANF’ê re axivîn.

Zubeyîr Aydar: Rewşa Rêber Apo, Rojeva me ya herî girîng e’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku zêdeyî 3 sal in agahî ji Abdullah Ocalan û hevalên wî nayê wergirtin û ev tişt gotin:

“Ev ji bo me pirsgirêkeke mezin e. Ev rojeva hemû Kurdan e.

Rewşa girtiyên siyasî, bi salane rojeva sereke ya civaka Kurd e.

Rewşa Rêber Apo rojeva me ya herî gîrîng e.

Azadiya Rêber Apo, azadiya hemû Kurdan û Kurdistanê ye.

Xwedî derketina li Rêber Apo, ji bo me wezîfeyeke siyasî, mirovî û exlaqî ye.

Divê her kes xwedî li vê yekê derbikeve.”

Zubeyîr Aydar: Divê em dewleta Tirk mecbûr bikin

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî diyar kir ku pêngav derbasî qonaxeke nû bûye û ev tişt bilêv kir:

“Pêngava Azadiyê bi taybetî li qada navneteweyî bandoreke mezin afirand û deng anî.

Ev rewş bi taybetî di rojeva KNK’ê de ye.

Lê ji bo me Tevgera Siyasî ya Kurd, bi taybetî li ser navê yên li dervey welêt dijîn, sala 2024’an hem ji bo azadiya Rêber Apo hem jî ji bo me saleke stratejîk e.

Bi sûdwergirtina derfet û firsendên nû, em dikarin vê konsepta nû ya dewleta faşîst pûç bikin û dewletê mecbûrî Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin. ”

Vicki Sentas: Yekane rêya çareseriya siyasî azadiya Abdullah Ocalan e

Back to top button