Vicki Sentas: Yekane rêya çareseriya siyasî azadiya Abdullah Ocalan e

Bi pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo re dostên Kurdan jî helwestên xwe li hember tecrîdê nîşan didin.
Yek ji wan ji Zanîngeha Hiqûqê ya Bajarê Sydney ê Awûstralyayê doçent Dr. Vicki Sentas e ku dibêje azadiya Rêber Apo yekane rêya aştî û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e.
Vicki Sentas bang li Ewropa, CPT û saziyên siyasî, Parlementa Ewropa û dadgeriya Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo vegerandina mafên mirovan ên Rêber Apo bikevin tevgerê.

Li seranserî cîhanê piştgiriya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo didomin.

Bi taybetî akademîsyen, aktîvîstên mafên mirovan, hiquqnas û her wekî din bang li saziyên têkîldar dikin da ku balê bikşînin ser rewşa tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Ji Zanîngeha Hiqûqê ya Bajarê Sydney ê Awûstralyayê Dr. Vicki Sentas tevlî bernameya Medya Haber TV bû û derbarê rewşa Rêber Apo de nirxandin kir.

Sentas rexne li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku li dijî tecrîdê nakevin tevgerê û Tirkiyê diparêzin.

Dr. Vicki Sentas, da xuyakirin ku şert û mercên dîlgirtinê yên Rêber Abdullah Ocalan teqez nayê qebûlkirin û wiha got:

“Şert û mercên dîlgirtinê yên Ocalan li dijî hiqûqa Tirk, hiqûqa navneteweyî û hemû peymanên mafên mirovan ên gerdûnî ne.

Ev 3 sal in destûr nayê dayin ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Her wiha divê em balê bikşînin ser bêdengiya saziyên girîng ên Yekîtiya Ewropayê li hemberî pêkanînên derveyî mirovahiyê ya li dijî Ocalan.”

Vicki Sentas: Divê mafên mirovan ên Abdullah Ocalan bên vegerandin

Vicki Sentas, destnîşan kir ku Ewropayê bi vî awayî destekê dide Tirkiyê ku ji pêvajoya aştiyê dûr dikeve û ev tişt anî ziman:

“Misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan û bi wî re diyalogeke hevgirtî kirin, yekane rêya çareseriya siyasî ye.”

Vicki Sentas, li ser neparvekirina CPT û Konseya Ewropayê ya ji bo raporên li ser Îmraliyê weke astengkirina bicihanîna peymanên navneteweyî nirxand û got:

“Domandina pêkanînên li derveyî mirovahiyê û tecrîda li ser Ocalan bi vî rengî, bê guman pîvanên dualî yên Ewropayê radixe pêş çavan.

Her wiha nîşanî me dan ku dema mijar dibe Kurd û Ocalan qanûnên navneteweyî ji nedîtî ve tên.”

Vickî Sentas di dawiyê de bang li Ewropa, CPT û saziyên siyasî, Parlementa Ewropa û dadgeriya Yekîtiya Ewropayê kir ku demildest ji bo vegerandina mafên mirovan ên Rêber Apo bikevin tevgerê.

Back to top button