“Li zindanan cara yekê ye ku di vê astê de çalakiya boykotê ya radîkal tê kirin”

Endama Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê Rozerîn Ocalan diyar kir ku di zindanan de cara yekê ye di vê astê de pêvajoyeke radîkal tê afirandin û bang li her kesî kir û got:
“Em bang li her kesî dikin ku bi vî ruhî li dora pêngavê bicivin.
Her kes divê li cihê lê ye wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Divê xwedî li berxwedana Rêbertî û hevalên me yên li zindanan derkevin û bi çalakiyên xwe vê yekê nîşan bidin.”

Endama Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê Rozerîn Ocalan têkildarî çalakiya boykotê ya li zindanan a li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd tê lidarxistin ji ANF’ê re nirxand.

Rozerîn Ocalan diyar kir ku ev asta çalakiyê qonaxa duyemîn a pêngava ‘ ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî ‘ ye û got:

“Hevalên me yên li girtîgehan cara yekê ye ku di vê astê de bi dirûşma ‘Jiyana di nava şert û mercên Rêbertî de ji xwe re dikim esas’ pêvajoyeke radîkal dane destpêkirin ku ev yek gelekî girîng e.

Tevî zexteke giran û şert û mercên tecrîdê jî qutkirina têkiliyên bi derve re, tevlînebûna li serdanên malbatan, bikar neanîna mafê axaftina bi telefonê, neçûna dadgehê sekneke xurt e, nêzîkatiyeke şoreşger a bi îrade ye.”

Rozerîn Ocalan: Rêbertî di nava tecrîdê de jî pêşengiyê ji her qada têkoşînê re dike

Rozerîn Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Apo di nava şert û mercên giran ên êşkence û tecrîdê de ye û got:

“Li dijî hêzên hegemon her kêliya wî bi têkoşîneke mezin derbas dibe.

Hem li dijî faşîzma Tirk hem jî li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst Îmrali bûye navenda berxwedana fîîlî û îdeolojîk.

Rêberê me di nava tecrîdê de jî pêşengiyê ji her qada têkoşîna me re dike.

Rêbertî li hemberî tecrîda mutlaq ya hêzên hegemo di asta herî jorde têkoşîn dike.”

Rozerîn Ocalan: Divê her kes xwedî li berxwedana Rêbertî derkeve

Endama Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê Rozerîn Ocalan herî dawî bang kir û got:

“Mirov dikare bibêje ku rewşa reşbînî ya şerê taybet a li nava civaka me belav kir.

Li Tirkiye û Kurdistanê atmosfereke psîkolojîk û derûnî ya pêvajoyeke demokratîk afirand.

Em bang li her kesî dikin ku bi vî ruhî li dora pêngavê bicivin.

Her kes divê li cihê lê ye wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, xwedî li berxwedana Rêbertî û hevalên me yên li zindanan derkevin û bi çalakiyên xwe vê yekê nîşan bidin.”

Back to top button