Artêşa Tirk a dagirker bi armanca astengkirina xebatên cotkaran êrişên xwe li ser gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê zêde kirin.
Di encama êrişê de cotkarek şehîd bû.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezai Mihemed diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê zêde kirine.
Hezai Mihemed diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker qet nesekinîne û wiha domand:
“Ev êriş bi nêzîkbûna dema çinîna genim, nîsk, kemûn û ceh hwd.. zêde bûne.
Armanc ew e ku tevgera cotkaran asteng bike û aboriya herêmê têk biçe.”
Niştecihên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin.
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya bicihkirina mayinan, kolandina erdên çandiniyê û hedefkirina cotkaran, pêwîstiyên çandiniyê û şewitandina zeviyan, jêdera debara wan têk bibe.
Ji ber êrişan cotkar neçar man ku qada çandiniyê kêm bikin.